CONGERS NATIONAL KURDISTAN ( KNK ):
Rue Jean Stas 41 ,1060 ,Bruxelles
tel:00 32 2 647 30 84
fax:00 32 2 647 68 49
e-MAIL : info@kongrakurdistan.net
Kombûna Mezin ya KNKyê ya II
Submitted by kongrakurdistan on Wed, 28/05/2008 - 23:00Endamên hêja yên KNKyê,
Kombûna Mezin ya KNKyê ya II. di rojên 21 – 22yê Hezîrana 2008ê da li Brukselê li avahîyê KNKyê tête kirin. Kombûn dê bi rojeva li jêr pêkbêt:
Rojev:
[Kombûn: 21 – 22 Hezîran 2008, Bruksel]
Roja Yêkemîn: 21. 06. 2008
Seet :
13.00 Vekirin û axivtina serokê KNKyê
14.30 Pêşkêşîya rapora xebatê ya Konseya Rêvebir
15.30 Riberiz [munaqeşe] û gotûbêja li ser raporê
16.30 Navbir
16.30 17.00 Axivtinên li ser bûn û bûyerên sosyal û polîtîk yên li Kurdistanê û cîhanê
18.00 19.00 Navbira şîvê
Roja Duyemîn: 22. 06. 2008
Salvegera damezrîna KNKyê
Submitted by kongrakurdistan on Wed, 21/05/2008 - 23:00KNK (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) 24ê Gulana 1999ê hate damezrandin. Îsal KNK bû 9 salî. Bîr û hizira avakirina KNKyê ji rewş û statûya Kurdistanê peyda bû û li ser vê hewcehîyê bejn da. Piştî neh salên ji ser damezrîna KNKyê borî jî guhorîneke mezin ya bi dilê neteweyê Kurd, di vê rewş û statuya Kurdistanê da pêknehatîye.
Daxuyanîya Konseya Rêvebir ya KNKyê
Submitted by kongrakurdistan on Sat, 08/03/2008 - 00:00Konseya Rêvebir ya KNKyê di 8ê Adarê, roja ”Jinên kedkar yên cîhanê” da kom bû. Bi vê munasebetê her di serî da, konseya rêvebir bihayekî mezin da xebat û têkoşîna jinên kedkar yên Kurd û hemû cîhanê û ev roja bihadar li hemû jinên Kurd û yên cîhanê pîroz kir. Jinên Kurd pêkve kedkar in û di bin zulmeke nedîtî da ne. KNK, zordestîya li ser jinên Kurd ya li mal, li derve, li kar rûreş û şermizar dike û piştgirîya herî mezin nîşanî jinan dide. Jina Kurd, bi cihgirtina li nav refên şoreşa Kurdistanê ya leşkerî û polîtîk xwe jî mezin kirîye, pêkve xelkê Kurd jî serbilind kirîye.